Pêkhateya Ereb: Bi hevgirtina pêkhateyan planên derxistina fitneyê bi bin ketin

Şêniyên ji pêkhateya Ereb a navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê derxin û aştiya navxweyî û biratiya gelan a li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin û gotin, “Dê şêniyên herêmê bi pey van planan nekeve.”

Pêkhateya Ereb: Bi hevgirtina pêkhateyan planên derxistina fitneyê bi bin ketin
13 gulan, 2021   11:26
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, gelek alî hewl didin aloziyê bi kar bînin da ku şerên tayîfî û neteweyî derbixin û berjewendiyên xwe pêk bînin. Van aliyan bi hemû rêbazan hewl da ku bi siyaseta cudakirinê gelê Sûriyê lawa bike. Ji ber wê yekê şerê projeya biratiya gelan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Şêniyên ji pêkhateya Ereb a Tirbespiyê destnîşan kirin ku haya wan ji hewldanan aliyên derve û armancên wan heye ku hewl didin jiyana hevbeş a aştiyane ya li herêmê têk bibin.

/ar/uploads/files/2021/05/13/104625_njah-alqsw.webp

Welatiya bi navê Necah El-Qeso got: “Gelek aliyên derve hewl dan bûyerên taxa Teyî ya Qamişloyê wek şerekî di navbera kurd û Ereban nîşan bidin. Lê pêkhateyên herêmê baş fêm kirin ku Rûsya, Îran û Tirkiyê hewl didin fitneya tayîfî derixin. Ji lew re gelên herêmê bi pey wan hewldanan neket.”

Necah teqez kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî planên têkbirina projeya biratiya gelan, bi rêya tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk, yekitiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û pêkhateyên din îsbat kir.

/ar/uploads/files/2021/05/13/104550_sahr-alalawy.webp

Sahir El-Elawî jî destnîşan kir ku hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku civakeke xurt û hevgirtî ava bibe û di hemû waran de xizmeta şêniyan bike û wiha domand: “Gelên herêmê êdî dizanin ku hin aliyên derve û mîlîsên ku tu girêdana wan bi gelê Sûriyê re nîne hewl didin fitneya tayîfî û neteweyî derxin.“

/ar/uploads/files/2021/05/13/104607_mhnd-alhbyb.webp

Muhened El-Hebîb jî diyar kir ku ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve komployek derve heye û hin alî hewl didin vê şoreşê zaîf bikin, ji ber wê finteya taîfî di nava pêkhateyan de derdixin. El-Hebîb daxuyand ku aştiya navxweyî ku Rêveberiya Xweser xwe spartiyê planên li dijî herêmê têk birin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PiC9nhRqUuU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>