Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 83 kesên din bi korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmê 83 kesên din bi Covid-19 ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.  

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 83 kesên din bi korona ketin
13 gulan, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 4 kesên ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Hesekê û yek ji Qamişlo û mêrek û jinekê jî ji Minbicê ne.

Mistefa her wiha piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 83 kesên din bi covid-19 ketine ew jî 41 mêr û 42 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 16

Qamişlo: 11

Dêrik: 5

Kobanê: 3

Reqa: 8

Tebqa: 17

Dêrazor: 13

Minbic: 2

Şehba: 1

Kampa Holê: 6

Kampa Newroz: 1

Mistefa da zanîn ku 3 kes jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî van daneyan gihaşt 16 hezar û 911 kesan, ji wan 694 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 739 kes jî baş bûne.

(dx)

ANHA