Di çalakiyên gerîla de li Metînayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên wan ên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li Metînayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.  

Di çalakiyên gerîla de li Metînayê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
13 gulan, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de hêzên me 12'ê Gulanê saet di 16:30'an de li qada Derarê ya herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Azad çalakiyeke sabotajê kir. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal 11'ê Gulanê saet di 13:15'an li herêma Metînayê dagirkerên li ser Girê Zendûrayê ji hewayê ve bombe kirin. Çalakiya bombeyî bi rengekî serkeftî pêk hat.

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser van êriş û bombardûmanê wiha ne:

11'ê Gulanê saet di 11:30'an de li herêma Avaşînê balafirên şer 4 caran bombe li qada Werxelê barandin.

12'ê Gulanê saet di navbera 00:00 û 01:30'an de dagirker bi helîkopteran li qada Mervanosê ya herêma Avaşînê hatin danîn.

12'ê Gulanê saet di navbera 20:30 û 00:00 de qadên Tîpa T û Cîloyê Biçûk ên li herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.”