Li Afganistanê rêzeteqîn pêk hatin, kuştî û birîndar hene

Li gorî berpirsekî Wezareta Hundirîn a Afganistanê roja yekşemê 8`ê Gulana 2021`ê, rêzeteqîn li dibistaneke li paytexta Afganistanê Kabûlê rêzeteqîn pêk hatin, di encamê de 40 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar çêbûn, di nav de xwendekar jî hene.

Li Afganistanê rêzeteqîn pêk hatin, kuştî û birîndar hene
8 gulan, 2021   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku welatiyan amadekariyên xwe yên cejna Remezanê dikirin, li herêma Dasht Borshi ya li rojavayê Kabûlê teqînekê rû da.

Tevgera Talîbanê ya Afganistanê êriş şermezar kir û berdevkê tevgerê yê bi navê"Zibêh Ellah Mûcahid" bi daxuyaniyekê wiha got: "Em êrişên îro li herêma Dasht Borshi ya li Kabûlê ku li dijî sivîlan pêk hat û bû sedem ku windahî çêbibin, şermezar dikin."

(eh)