Dewleta Tirk bi helîkopteran Çiyayê Bagokê bombebaran kir

Hate ragihandin ku helîkopterên şer ên dewleta Tirk Çiyayê Bagokê bomebebaran kir.

Dewleta Tirk bi helîkopteran Çiyayê Bagokê bombebaran kir
8 gulan, 2021   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF'ê, helîkopterên leşkerî yên ji baregeha leşkerî ya Cevatpaşa ya Midyad a Mêrdînê rabûn ber bi herêma Bagokê ve firiyan, piştî ku gelek helîkopter rabûn hate diyarkirin ku helîkopteran Çiyayê Bagokê bombebaran kirine

Helîkopter li ser bajêr jî nizm firiyan.