Panorama hefteyê: Washingtonê banga pêkanîna biryara 2254’an kir

 Washingtonê piştrast kir ku dê xebata li ser pêkanîna tevahî bendên biryara 2254’an a taybet bi Sûriyê bike, li aliyekî din jî dewleta Tirk careke din israr kir ku ew leşkerên xwe ji Lîbyayê venakişîne.

Panorama hefteyê: Washingtonê banga pêkanîna biryara 2254’an kir
9 gulan, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya gorî behsa rewşa Sûriyê, hebûna dewleta Tirk li Lîbya û aloziya Yemenê kir.

 ‘AMERÎKA BANGA PÊKANÎNA HEMÛ BENDÊN BIRYARA 2254`AN KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wezîrên karê derve yên koma 7 dewletên mezin di civîna xwe ya Londonê de teqez kirine ku ew pabendî gihaştina çareseriya siyasî ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê ne.

Blinken ku ji bo beşdarbûna civînên wezîrên derve yên “7 welatên mezin” serdana Londonê dike, roja sêşemê bi tiwîttekê gotibû ku ew û hempîşeyên xwe pabendî dîtina çareseriyeke siyasî ji bo bidawîkirina şerê Sûriyê ne û piştgiriya destpêkirina mekanîzmeyeke xebatê NY`yî yên şandina alîkariyê ne. Blinken wiha gotibû: “Em ê ji bo pêkanîna hemû bendên biryara /2254/ ya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê, kar dewam bikin.”

Biryara /2254/ ku 18`ê Kanûna 2015`an derketiye, teqeziyê bi rawestandina şer û êrişan ji aliyê hemû hêzên li Sûriyê, bangawaziyên endamên Meclisa Ewlehiyê ji bo piştgiriya hewldanên pêkanîna agirbestê dike. Her wiha li gorî biryarê ji NY`yî tê xwestin ku hemû alî li hev bicivin û dan û standinên fermî pêk bînin û hilbijartinên dirust di bin çavdêriya NY`î bên lidarxistin.

Daxuyaniyên Blinken hemwextî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyeyê pêk tên, ku tê payîn di 26`ê Gulanê de bên lidarxistin. Pêşbînî hene ku serok Beşar El-Esed ku ji 2000`î ve Sûriyê bi rêve dibe, bi ser bikeve.”

 ‘TIKRIYE LI SER HEBÛNA XWE YA LEŞKERÎ LI LÎBYAYÊ: EM VENAKIŞIN’

Rojnameya El-Ereb behsa vekişîna çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê kir û got: “Wezîrê berevaniyê yê Tirk Hûlûsî Akar li ser vekişandina leşkerên Tirk û çeteyên sûrî ji Lîbyayê, teqez kir ku ew ê ji bo parastina berjewendiyên xwe li Lîbya û berjewendiyên gelê Lîbya, li wir bimînin.

Daxuyaniyên Akar piştrast dikin ku kî li Lîbya serwer be jî, dê hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbya wekî berê bimîne.

Beirya daxuyaniya Akar, wezîrê karên derve Mewlûd Çawûşoglu tevî hempîşeya xwe ya Lîbya Neclaa El-Menqûş li paytexta Lîbya Terabilusê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Çawûşoglu di civîna çapemeniyê de li ser daxwaza Neclaa El-Menqûş ya hevkariya ji bo bidawîkirina hebûna hêzên biyanî li Lîbyayê, bi pozbilindî bersiv dabû û wê yekê hejmareke mezin ji welatiyên Lîbyayê ku li benda derketina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê ne, bi hêrs kiribû.

Parlamanter Cibirîl Ewhîde diyar kir ku tiştê di civîna çapemeniyê ya her de wezîrên karê derve yên Lîbya û Tirkiyê de pêk hatiye, bi zelalî nîşan dide ku dê hebûna Tirkiyê li Lîbya dewam bike.”

 

 ‘TEVGERÊN DÎPLOMATÎK JI BO FERZKIRINA AŞTIYÊ LI YEMENÊ’

Rojnameya El-Beyan jî li ser rewşa Yemenê got: “Nûnerê NY`yê Martin Griffiths jî li kêleka nûnerê Amerîka yê Yemenê Tim Lenderking, ji bo gihaştina peymaneke aştiyê li Yemenê li herêmê dest bi hevdîtin û tevgerê kir.

Hemwextî van tevgeran, şandeyeke Amerîkayê ya payebilind ku ji şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Derek Chollet, koordînatorê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, birêveberê karên alîkarê wezîrê karên derve yê kar û barên Rojhilata Dûr Joy Hood û cîgira alîkarê wezîrê parastinê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Dana Stroll pêk tê, gihaşt herêmê.

Şandeya ku dê gera wê di 7`ê Gulanê de bi dawî bibe, dê bi rayedarên payebilind ên hejmareke welatên Ereban re hevdîtinan pêk bîne û têkiliyên siyasî, aborî, çandî û ewlehî yên demdirêj di navbera DYA û hevkarên wan ên herêmî de, nîqaş bike.”