Hêzên hikumeta Şamê deverên li “herêma bêçek” kirin hedef

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên başûrê Idlibê bi moşekan kirin hedef, her wiha eniyên şer ên bi çeteyên dagirkeriya Tirk re li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi çekên giran kirin armanc.

Hêzên hikumeta Şamê deverên li “herêma bêçek” kirin hedef
3 gulan, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din hêzên hikumeta Şamê herêmên Sifohin û derdorê wê, Bare û derdorê wê, Filêfil û Bênîn ên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Agahiyên li ser windahiyên canî nehatin bidestxistin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê eniyên şer ên bi çeteyên dagirkeriya Tirk re li Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi çekên giran kirin hedef.

SOHR`ê di 30`ê Nîsanê de ragihandibû ku çeteyên Feyleq Şam êm girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarokê Bare yê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê ji aliyê endamên hêzên hikumeta Şamê ve hatiye kuştin.

(cx)