Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 73 kesên din bi Koronayê ketine û 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketin
3 gulan, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 10 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa her wiha ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 41 mêr, 32 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 13

Qamişlo: 7

Dêrik: 3

Dirbêsiyê: 5

Amûdê: 2

Reqa: 20

Dêrazor: 23

Mistefa diyar kir ku 14 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 184 kes bi Koronayê ketine, 615 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 654 kes baş bûne.

(cx)