Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Lîbyayê ye

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro seredana paytexta Lîbyayê Terablusê dike da ku muzakereyên lihvkirinê yên di navbera Enqere û hikumeta El-Wîfaq de lêkolîn bike, bi taybet hebûna leşkerî ya Tirk û çarenûsa çeteyan.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Lîbyayê ye
3 gulan, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk ên Lîbyayê, ragihand ku seredana wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê der barê gelek dosyayên dualî yên di navbera aliyên Lîbya û Tirkiyê de û bi taybet dosyaya hebûna leşkerî li bajarên herêma rojava lêkolîn bike, her wiha dê dosyaya çeteyên biyanî li welêt nîqaş bikin.

Çavkaniyên ji Lîbyayê diyar kir ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî di mijara derxistina çete û şervanên biyanî yên ku ji meha Mijdarê 2019'an de heya niha li Lîbyayê ne, bi israr e. Her wiha hate diyarkirin ku ew giringî dide yekkirina saziya leşkerî ya Lîbyayê lê dosyeya çeteyan wan hewldanan asteng dike.

Çavkaniyan diyar kir ku serdana wezîrê karên derve yê Tirk berî civînên Tirkiye-Misirê yên li Qahîreyê pêk tê.

(dx)