Parlamentera PE`yê helwesta civaka navneteweyî ji binpêkirinên li Tirkiyê rexne kir

Endama Parlamentoya Ewropayê ku tev li doza Kobanê ya li Enqerê bûyî, bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî binpêkirinên Erdogan rexne kir û got wê 12`ê Gulanê yek ji hevserokên HDP`ê ji bo beşdarbûna civîna PE`yê bê vexwendin.

Parlamentera PE`yê helwesta civaka navneteweyî ji binpêkirinên li Tirkiyê rexne kir
30 nîsan, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Ewropayê (PE) Evîn Incîr ku tev li Doza Kobanê bûyî, got wê bi hevpîşeyê xwe yê Îtalî Brando Benîfeî ku li ser navê demokratên sosyal hatî doz şopandiye, Spanya, Îtalya, Fransa jî di nav de ji gelek welatan doz hatiye şopandin, her wiha nûnerên Îrlanda, Swêd, Danîmarka û Yewnan jî dema darizandina HDP'yiyan hazir bûne.

Evin got dema dadgehê rêgezên hiqûqa navnetewî nehatine bicihanîn, li gorî yasayên sazkar jî neçûne, mînak da û got nehiştine ku parêzerên parastinê û wekîlên HDP'yî tevlî rûniştinê bibin. Incîr got, ''Serokê dadgehê bi alîgirî tevgeriya. Nehişt ku parêzer û miwekîlên wan biaxivin.''

Evîn diyar kir ku ku di rewşeke wiha de ku polîs û leşkeran kursiyên hêwanê tije kiribûn ji bo ku nehiştine parêzer û wekîlên HDP'yî tevlî dozê bibin rexne kir û got ev nayê qebûlkirin.

Evîn wiha domand: “12'ê Gulanê yek ji Hevserokên HDP'ê li ser vexwendina PE'yê, wê tev li civîna koma demokratên sosyal bibe û derheqê geşedanên li Tirkiyê agahiyê bide.”

Evîn diyar kir beriya bi çendekê ew li ser rapora têkilî binpêkirina mafan a li Tirkiyê ya Komîsyona Karê Derve sekinîne, piştî ku li parlamentoyê hate dengdan ew ê raporê ji raya giştî re eşkere bikin û got di raporê e zext, êrîş, hewldana girtina HDP'ê tê nirxandin.

Evîn Incîr bal kişande ser êrîşên li ser HDP'ê û vekişîna ji Peymana Stenbolê ya bi destê Erdogan û AKP'ê û got, ''Li bara van rûdanan ji ber bêdengiya civaka navnetewî bihêrs in. Heke civaka navnetewî li dijî Erdogan bi wêrekî biaxiviya belkî jî ev geşedanên neçê yên niha me yê nedîtiba. Ji ber vê gelek tişt hene ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa bike. DYE jî divê helwesta xwe nîşan bide. ''

(cx)