Remziye Mihemed: Bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk sûcên xwe bidomîne

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed ji ber qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hişyarî ji karesateke mirovî da û got “Ev şerekî taybet e li ser gel tê meşandin.”

Remziye Mihemed: Bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk sûcên xwe bidomîne
30 nîsan, 2021   09:03
QAMIŞLO- HÊLÎN EBDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gel bilindbûna pileya germahiyê û belavbûna vîrusa Koronayê, avê li ser stasyona Elok qut dike û milyonek mirov bi tîbûnê re rû bi rû dihêle.

Têkildarî mijarê berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed eşkere kir ku piştî dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê dagir kir, ev ne cara yekemîn e ku avê li ser welatiyên Hesekê qut dike. Remziye da zanîn ku artêşa Tirk hewl dide li seranserê herêmê hegemonyaya xwe berfireh bike, zirarê bigihîne welatiyên wê û dixwaze Rêveberiya Xweser serî bitewîne da ku ew herêmê kontrol bike.

Berdevka Kongreya Star destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi qutkirina avê, şerê taybet li dijî şêniyên herêmê dide meşandin, da ku wan ji bajarê wan bide koçberkirin.

Remziye hişyariya rûdana karesateke mirovî û encamên bi tehluke li herêmê da û teqez kir ku qutkirina avê li ser bajarê Hesekê tê wateya berdewamkirina kiryar û sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Remziye wiha axaftina xwe berdewam kir: “Qutkirina avê dihêle hîn zêdetir vîrusa Koronayê li herêmê belav bibe. Ji ber ku welatî nikarin karên xwe yên rojane bikin û li paqijiya xwe hayedar bibin."

Remziye bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rexne kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin, dawî li van sûcan bînin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.  Her wiha daxuyand ku bêdengiya navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk van sûcan pêk bîne.

Stasyona Elok ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temir, herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê û Mergeda, kampên li herêmê wekî kampa Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê ku hejmara kesên lê dimînin zêdetirî miloyanek kesî ye; stasyoneke stratejîk e.

(eh)

ANHA