‛Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan, divê fişar li CPT’yê were kirin’

Endama Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Roşîn Mûsa got tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, bi armanca şikandina vîna gelan e ku xwe dispêrin fikirên wî û bang kir ku têkoşînê bilind bikin û fişarê li CPT’yê bikin da ku tecrîda rabe.

‛Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan, divê fişar li CPT’yê were kirin’
30 nîsan, 2021   09:21
HELEB - HENEN MIHEMED

Dewleta Tirk di ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, qedexekirina serlêdana parêzer û malbatê didomîne.

Girêdayî mijarê, endama Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Roşîn Mûsa behsa siyasetên dewleta Tirk ên li dijî tevahî nirxên mirovahiyê kir.

Roşîn got ji 22 salan ve li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê ferzkirin, armanc ji wê têkbirina vîna gelan e ku xwe dispêrin fikir û felsefeya wî.

Roşîn Mûsa wiha domand: "Tevî siyasetên ku dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan bi rêya nehiştina dayîna nêrîna xwe bi awayekî azad û qedexekirina serlêdana malbat û parêzerên wî pêk tîne, lê li hember van siyasetan bêdengiya civaka navneteweyî, rêxistinên pêywendîdar bi taybat rêxistina CPT heye ku banga azadî û mafên mirovan dike."

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan, Roşîn Mûsa wiha got: "Armanc ji ferzkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan, naskirina berteka gelê Kurd û asta girêdana gel bi fikir û felsefeya wî re ye. JI lew re redkirin û berteka tevahî gelan û hevgirtina tevahî etnîk û pêkhateyan dît, wê jî tirsa dewleta Tirk ji fikirê rêber Ocalan zêdetir kir."

Li ser siyasetên ku dewleta Tirk bi rêya hewldana şikandina vîna gelan di şexsê rêber Abdullah Ocalan de pêk tîne, Roşîn Mûsa wiha axivî: "Di 16’ê vê mehê de, dewleta Tirk mala li Kobanê ya ku rêber Ocalan lê dima bombebaran kir. Ev jî nîşaneya berdewama zîhniyeta faşîst û kîndar a li dijî gelên herêmê û nirxên mirovahiyê ye."

‛DIVÊ CPT REWŞA RÊBER OCALAN EŞKERE BIKE’

Roşîn Mûsa bang kir ku pêwîst e rewşa rêber Abdullah Ocalan were şopandin û fişar li dewletên kapîtalîst bikin ku nahêlin CPT û mafên mirovan helwesteke tund û eşkere li hember siyasetên dewleta Tirk û fişarkirina li dijî wê nîşan bidin, da ku bihêlin parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan serdana wî bikin û tenduristiya wî ewle bikin.

Roşîn wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev tecrîda ku di tu destûreke qanûnî yan jî exlaqî de tune ye, li dijî rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê ferzkirin û bandorên wê yên tenduristî û derûnî li ser wî hene."

‛BERPIRSYARIYÊN KOMÎTEYA AZADIYA RÊBER OCALAN’

Der barê berpirsên li ser milê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de Roşîn Mûsa got pêwîst e ku têkoşîna xwe bilind bikin, yekitiya xwe çêkin û dest bi hemeleya rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bikin û divê parêzer tedbîrên qanûnî yên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bigirin ku banga azadî û demokrasiyê ji tevahî gelên herêmê re kiriye ku berhemên wê îro bi rêya hevgirtina pêkhateyên Sûriyê dibînin."

Roşîn Mûsa di dawiyê de got: "Divê em têkilî û diyalogên xwe bi kesayetên welatparêz re xurt bikin ku banga azadî û edaletê dikin û girîngiyê didin rola qanûnî ya rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mESFGz9dRsg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>