​​​​​​​Fîras Qesas: Hebûn û tunebûna me girêdayî Rêveberiya Xweser e

Siyasetmedarê sûrî Fîras Qesas destnîşan kir ku bersiv û çareseriyên ku Rêveberiya Xweser ji bo aloziya Sûriyê pêşkêş kirine, dihêle ku Rêveberiya Xweser bibe aktoreke sereke di diyarkirina çareseriyê û mayîndekirina wê de.

​​​​​​​Fîras Qesas: Hebûn û tunebûna me girêdayî Rêveberiya Xweser e
30 nîsan, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka damezirandiba xwe ve (2014) karîbû ku ji bo tevliheviya ji ber derketina şoreşa Sûriyê ji rêgeha xwe, bibe alternatîf.

Her wiha bi hevrûkirina bi herêmên serweriya çeteyên dewleta Tirk û herêmên hikumeta Şamê re, Rêveberiya Xweser karîbû li herêmên xwe aramiyê û ewlehiyê pêk bîne û tevî êrişên leşkerî, siyasî û aborî yên domdar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê û alîgirên wê ve jî, karîbû hemû pêdiviyên jiyanî peyda bike.

Tevî serkeftinên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne jî, lê dîsa nenaskirina wê di aliyê siyasî de li pêşiya çareseriya dozên bi girêk dibe asteng. Ji wan dozan, hebûna bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan û hebûna kampên ku bi hezaran koçberên Sûriyê û kesên din lê bi cih dibin.

‘ÇAREYÊN SERKEFTÎ’

Têkildarî mijarê, serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas got: “Bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê nayê çareserkirin. Ew bûye hêzeke sereke li Sûriyê û bondora xwe hiştiye û nirxên xwe li rûbereke berfireh ji xaka Sûriyê mayînde kiriye. Her wiha îsbat kir ku ji bo pirsgirêka Sûriyê ew çareyên serkeftî pêşkêş dike, ne tenê di demên aloziyan de lê belê di demên asayî de jî.”

Qesas ji ANHA`yê re diyar kir ku çareserî û bersivên ku Rêveberiya Xweser ji bo dozên li Sûriyê pêşkêş kirin, dihêle ku ew ji bo çareseriyê bibe aktorekî sereke di diyarkirina çareseriyê û mayîndekirina wê li welêt de bi giştî. Qesas derstnîşan kir ku çareyên ku rewû û modela Rêveberiya Xweser di sazûmaniya xwe de nagire, dê nikaribe esas bê girtin û dê pêk neyê.

‘BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER LI SÛRIYÊ TU ÇARESERÎ TUNE YEꞌ

Têkildarî dozên heyî, nexasim mijara çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirker, Fîras Qesas got: “Ne pêkan e ku dosyaya çeteyan û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî rola ku Rêveberiya Xweser di hemû qadan de dilîze, çareser bibe. Performansa leşkerî û lehengane ya ku pê rabû hişt ku hemû cîhan rêzê jê re bigire. Her wiha rola ku rêveberiyê di avakirina bingehên ronakbîriyê, demokrasiyê û adaletê de lîstiye ku bi rêya wê terora DAIŞ`ê tê tunekirin û ji kokê ve tê rakirin,  biqasî rola leşkerî girîng e.”

Fîras Qesas wiha axaftina xwe domand: “Ez nizanim bêyî hebûna Rêveberiya Xewser û dê çawa ev dozên kûr bên çareserkirin. Heke Rêveberiya Xweser nebe navend, rênîşan û lêvegera sereke ya çareseriyê, wê tu çareserî li Sûriyê pêk neyên. Ji bilî îtirafa siyasî bi Rêveberiya Xweser ku deriyê ketinê yê yekane û sereke ye da ku rêveberî cihê guncaw di stratejiya çareserkirina vê doza zehmet û bi aloz de bigire.”

Der barê girîngiya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, Qesas got: “Beyî Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkane. Dozên girêdayî rewşa Sûriyê bi rastî jî tevlîhev û bi girêk in û her ku diçe bi girêktir dibe. Dema alozî û doz ewqasî bi girêk bin, beyî nêzîkatiyên sîstematîk nayên çareserkirin. Rêveberiya Xweser a demokratîk ne tenê di aliyê teorîk de, lê belê di pratîkê de jî di vê qadê de nimûne û nêzîkatiyên mînak pêşkêş  kir.”

Fîras Qesas destnîşan kir ku girîngiya projeya Rêveberiya Xweser di çareserkirina pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, leşkerî, ekolojîK û tenduristiyê de ye û got: "Kêm caran projeyek wekî projkeya Rêveberiya Xweser çareseriyê ji hemû aloziyên li ser hemû astên ku hebûn me diyar dikin re, dibîne. Serkeftina hebûna me girêdayî serkeftina vê projeyê ye û bi binketina vê projeyê û tunebûna wê re, gefe li hebûna me tê xwarin. Baweriya min bi vê yekê heye.”

(eh)

ANHA