Rojnameyên erebî: DYA nîşaneya ferzkirina cezayên nû li Tirkiyê dide

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa aloziya di navbera welatên Ewropayê û dewleta Tirk de, rewşa Lîbyayê û rewşa Yemenê kir.

Rojnameyên erebî: DYA nîşaneya ferzkirina cezayên nû li Tirkiyê dide
30 nîsan, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TIRKIYE LI PÊŞ DU VEBIJÊRKAN E; ÇEKÊN RÛSYAYÊ YAN CEZAYÊN AMERÎKAYÊ’

Têkildarî aloziya di navbera welatên Ewropayê û Tirkiyê de, rojnameya El-Ereb nivîsî: “DYA`yê nîşaneyên ferzkirina cezayên din li ser hevalbendên xwe û di serî de Tirkiye ku çek ji Rûsyayê kirîbûn, da. Dezgehên çapameniyê yên girêdayî hikumeta Tirkiyê wekî bersivdayîna zextên Amerîkayê eger cezayên din li ser Enqereyê ferz kir, îhtimala girtina baregeha Încîrlîk a asîmanî kirin rojev.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken got “Girîng e ku em ji niha û pê ve Tirkiye û hemû hevalbendên DYA`yê çekan ji Rûsya nekirin û di nav de sîstema S-400.”

Blinken got dan û standinên berevaniyê yên bi Rûsyayê re dê bihêlin ku DYA cezayan ferz bike.

Ev gefên Amerîkayê piştî aloziyên mezin di navbera wê û Tirkiye de pêk tê, ku vê dawiyê piştî pejirandina serokê Amerîkayê Jeo Biden a qirkirina komî ya Ermenan, kûrtir bûbûn û Enqereyê ew yek wek gaveke dijber hesibandibû.”

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ DORÊ LI ÇETEYÊN LI LÎBYAYÊ TENG DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Lîbyayê wiha nivîsî: “Her tişt li Lîbyayê diyar dike ku derxistina hêzên biyanî û çeteyan, mijara demê ye. Nexasim li gel dortengkirina li çekdarên biyanî ji aliyê hêzên herêmî û navneteweyî ve. Meclisa Ewlehiyê, DYA, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Afrîkayê û Yekitiya Welatên Ereban helwestên xwe yên hişk nîşan dane û Neteweyên Yekbûyî vê helwestê li ser erdê pêk tîne, hikumeta nîştimanî ya Lîbyayê jî wan helwestan esas digire.

Komîteya leşkerî ya 5+5 duh di dawiya civînên xwe de bang li hemû welatên endamên Meclisa Ewlehiyê kir ku piştgiriyê bidin peymana agirbestê, çeteyên biyanî ji Lîbyayê derxin û mekanîzmaya çavdêriya agirbestê li Lîbyayê erê bikin. Çavkaniyên xwedî agahî jî ji Terablusê ragihand ku dê heta 1`ê Hezîranê dosyaya hêzên biyanî û çeteyan bê çareserkirin û dan û standin bi hin welatan re hene ji bo ku wan çeteyan di demeke nêz de ji Lîbyayê derxin û xwe ji cezayan dûr bixin.”

‘MÎRÊ SIÛDIYÊ TEVÎ NÛNERÊ AMERÎKAYÊ YÊ YEMENÊ HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ NÎQAŞ DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Yememê wiha nivîsî: “Mîrê Erebistana Siûdî, wezîrê berevaniyê yê Siûdiyê û cîgirê serokê Meclisa Wezîran Mihemed Bin Selman Bin Ebdulezîz bi nûnerên Amerîkayê yê taybet bi Yemenê Tim Lenderking re civiya.

Mîrê Siûdiyê tevî nûnerê Amerîkayê rewşa Yemenê û hewldanên hevbeş ên ji bo gihaştina çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Yemenê, nîqaş kirin.”

(cx)