Li Îsraîlê di îzdihamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Sefedê di merasîmeke olî de ji ber îzdiham û hilweşîna dikê 44 kes mirin û 150 kes birîndar bûn.

Li Îsraîlê di îzdihamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest da
30 nîsan, 2021   08:35
XEZA

Çavkaniyên tenduristiyê yên Îsraîlê ragihand ku li çiyayê El-Cirmiq ê bajarê Sefedê di dema merasîmeke olî de ji ber îzdihamê 44 kesan jiyana xwe ji dest da û 150 kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bûyer wek "trajediyeke neteweyî" bi nav kir û ji birîndaran re şîfa xwest.

(dx)