Li rojavayê Dêrazorê 6 mayin hatin bêbendorkirin

Tîmên endezyariya mayinan ên QSD`ê îro li herêma El-Kesra ya rojavayê gundewarên Dêrazorê 6 mayin bê bandor kirin.

Li rojavayê Dêrazorê 6 mayin hatin bêbendorkirin
29 nîsan, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku tîmên endezyariya  mayinan, li ser agahdariya şêniyan, yekser berê xwe da deverê.

Ji bo parastina şêniyan, tîmên endezyariyê herêma ku 6 mayin lê hebûn, dorpêç kir û mayin bê bandor kirin.  Piştre dest bi lêgerîn û lêpirsînê der barê berpirsên çandina van mayinan de kirin.

(dx)

ANHA