Saziya Avahiyan êrişên artêşa Tirk şermezar kirin

Saziya Avahiyan bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo gerîlayên HPG`ê da zanîn.

Saziya Avahiyan êrişên artêşa Tirk şermezar kirin
29 nîsan, 2021   09:28
QAMIŞLO

Saziya Avahiyan (SAZAP) der barê êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de li pêşiya avahiya xwe ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Saziya Avahiyan a bajarê Qamişloyê û ji aliyê endamê Saziya Avahiyan Diyar Mislim ve hat xwendin.

Daxuyaniyê wiha ye:

"Di 24`ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina herêmên gerîla û Başûrê Kurdistanê êrişî nuqteyên gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin. Şervanên tevgera azadiyê jî li hember van êrişan li ber xwe didin û derbeyên giran li dagirkeran didin.

Dewleta Tirk a faşîst ji bo tunekirina gerîla û tunekirina gelê Kurd êrişan bi pêş dixe. Armanca wê ne tenê gerîla ne, lê belê tunekirina gelê Kurd e û destkeftiyên gelê me ye.

Di sed salên dawî de dewleta Tirk gelê Ermen, Suryan û Rûm jî di komkujiyan re derbas kirine û li ser vê axê dawiya wan gelan anî. Îro jî dixwaze heman komkujî û qetlîaman li ser gelê Kurd bimeşîne.

Bi saya hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê heta niha em li ser pêyan mane û em destûrê nadin ku Kurd tune bibin.

Ev serkeftin jî bi saya yekitiya gel û gerîlayên me pêk hat. Gerîla û gelê me tu carî ji hev qut nabin. Gelê me tu carî gerîla bi tenê nehiştiye, ew yekbûn bû sedem ku gerîlayên qehreman li Başûrê Kurdistanê bersiveke serkeftî li hember dewleta Tirk bidin.

Gerîla bersiva xwe ya dîrokî dide dijminan, lê belê weke gel pêwîst e ku em jî li gerîlayên xwe xwedî derkevin û bi tenê nehêlin.

Li ser vî esasî em êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, em piştgirî û dilsoziya xwe bi gerîla re dubare dikin."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y7__UyraIso" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>