​​​​​​​Şandeyek payebilind a DYA'yê dê serdana Rojhilata Navîn bike

Gelek çavkaniyan piştrast kir ku şandeyek payebilind a DYA`yê dê serdana Rojhilata Navîn bike da ku gelek mijarên girîng ên girêdayî ewlehiya neteweyî ya DYA’yê, hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyên herêmê û peymana nukleerî bi Îranê re nîqaş bike.

​​​​​​​Şandeyek payebilind a DYA'yê dê serdana Rojhilata Navîn bike
29 nîsan, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji rojnemeya The National a Îmaratê re piştrast kir ku şandeyek DYA'yê bi serokatiyê koordînatorê kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Meclisa Ewlehiya Neteweyî Brett McGurk, dê cara yekem serdana herêmê bike

Şande dê di hefteya bê de serdana herêmê bike da ku mijarên girîng ên girêdayî ewlehiya neteweyî ya DYA'yê û hewldanên kêmkirina rageşiyên li Rojhilata Navîn nîqaş bike.

Çavkaniyek dîplomatîk a herêmî ji Washingtonê ji rojnemeya The National re diyar kir ku şande dê serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê bike da ku dan û standinên heyî bi Îranê re lêkolîn bikin.

Tevî Brett McGurk, tê payîn ku şêwirmendê Wezaretê Karên Derve Derek Chollet û cîgirê wezîrê karên derve Joy Hood dê tev li şandeyê bibin. Her wiha ajansa Bloomberg da zanîn ku seroka nivîsgeha Rojhilata Navîn a Pentagon Dana Stroll jî dê tevî serdanê bibe.

(dm)