Rojnameyên erebî: Tevgera Rûsyayê di navbera Şam û Til Evîvê de

Rojnameyên erebî yên îro behsa rêwîtiyên hewayî yên ji Îsraîlê ber bi balafirgeha Himêmîmê, aloziya siyasî ya li Lubnanê û îhtîmala derengxistina hilbijratinên Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Tevgera Rûsyayê di navbera Şam û Til Evîvê de
29 nîsan, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÊWÎTIYA HEWAYÎ YA JI ÎSRAÎLÊ BER BI SÛRIYÊ VE’

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên Îsraîlê eşkere kir ku balafireke girêdayî Hêzên Hewayî yên Rûsyayê sêşemê gihaşte balafirgeha Himêmîm a li parêzgeha Laziqiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyê ku ji balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê hatiye. Ev yek cara yekemîn pêk tê û bû sedema gelek pirsan.

Rojnamevanê îsraîlî Itai Blue Mental bi bîr xist ku balafira Rûsyayê ya bi hejmara 65992 ji balafirgeha Ben Gurion a Til Evîvê ber bi baregeha Himêmîm a li Laziqiyê ve çû û got di balafirê de kesayetên payebilind hene lê negot ew kes rûsî yan îsraîlî yan jî ji her du aliyan in.

Aliyên fermî yên Sûriyê û Îsraîlê heta êvara çarşemê ev agahî teqez nekir an jî red nekir. Ev jî nîşan dide ku îhtîmal heye ev agahî rast bin.”

‘LUBNAN Û PÊŞNIYARÊN ZEHMET JI BO HIKUMETÊ’

Têkildarî aloziya siyasî ya li Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Piştî binketina însiyatîfa Fransayê ya têkildarî doza hikumetê, rewşa hundirîn a Lubnanê tengav e û mijara ferzkirina cezayan li ser kesên ku însiyatîfa Fransayê asteng dikin, di rojeva siyasî ya welêt de ye.

Bi bilindbûna rêjeya axaftina ku rewşa Lubnanê ya heyî êdî ji hilweşîna giştî ne dûr e, ger alozî dê di bahoza tevliheviyê de bihêle, ne gengaz e ku bi hêsanî ji vê rewşê derkeve. Du nêrîn der barê rewşa Lubnanê de hene, yek bi temamî sazkirina hikumetê dûr dibîne û wê jî vedigerînin gelek sedemên li ser asta derve; mîna tunebûna erêkirina Amerîkayê û tunebûna dabînên pêşkêşkirina alîkariyên navneteweyî û li ser asta hundirîn mîna tunebûna baweriyê di navbera serokkomar Mişêl Ewn û El-Herîrî de.

Li gorî nêrîna duyemîn, hikumet dê di demeke nêz de ava bibe, ji ber ku kesek çi li derve yan jî hundir naxwaze Lubnan bigihêje asta hilweşînê.”

‘ÇARENÛSA HILBIJARTINÊN FILISTÎNÊ ÎRO DÊ DIYAR BIBE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha nivisî: “Cîgirê serokê Tevgera Fetih Mehmûd El-Ewûl got lidarxistina hilbijartinan bêyî Qudsê îxanet û sûc e. Mehmûd El-Ewûl wiha axivî: "Hilbijartinên li paytexta dagirkirî dozeke siyasî ye, ne tenê çêkirî yan jî girtekî ye mîna ku gelek kes hewl didin wisa nîşan bidin.”

(bx)