Hikumeta Awusturyayê: Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne û ev jî cihê fikaran e

Hikumeta Awusturyayê bersiv da pirsa têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girîngiya tespîtên rapora CPT'yê û biryarên DMM'yê destnîşan kir.

Hikumeta Awusturyayê: Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne û ev jî cihê fikaran e
29 nîsan, 2021   06:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wekîlên Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ji wezîrê karên derve Alexander Schallenberg pirsî bê ka helwesta hikumetê ya der heqê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de çi ye.

Di bersiva hikumetê de rapora CPT'yê ya der heqê binpêkirina mafan hate destnîşankirin. Di metna bersivê de hate gotin Wezareta Karên Derve ya Awusturyayê ji ber binpêkirina mafan a li Tirkiyê bi fikar e, ji ber vê  jî ji 2016'an ve bi wê helwestê ne ku divê muzakereyên YE'yê yên bi Tirkiyê re werin rawestandin.

Di bersiva Wezareta Karê Derv de rapora CPT'ê ya tebaxa par hatî weşandin û Îmralî jî di nav de çavdêriyên li ser gelek girtîgehan tê de hatî parvekirin, hate diyarkirin ku tijebûna li girtîgehan pir girîng e. Di bersivê de hate gotin Awusturya bi asta Komîteya Wezîran a Ewropayê xwetsiye ku hemû raporên CTP'yê yên ji 2016'an ên li ser Tirkiyê werin weşandin, her wiha hate bibîrxistin ku ji serê salê û wir ve li DMME'yê 12 hezar û 300 dozên giliyê li ser Tirkiyê hene û ev jî 1 ji 5'an ên hemû dozan e.

Wezaretê her wiha got Tirkiye divê hemû biryarên Konseya Ewropayê (KE) bi cih bîne.

Di bersiva Wezareta Karê Derve de hate destnîşankirin CPT'yê di rapora xwe de ya piştî serdana 2019'an a rêber Abdullah Ocalan gotiye 'bifikar in' û hate bibîrxistin li gel ku reşa deryasayî ya 2018'an hatiye rakirin jî Abdullah Ocalan nikare parêzer û malbata xwe bibîne û ev jî cihê fikaran e.

Li ser pirsa bê ka derheqê hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş çi hatiye kirin jî Wezaretê got divê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser Demîrtaş demildest were bicihanîn û ev helwest di bin sîwana KE'yê jî didome.

Wezaretê her wiha di bersivê de destnîşan kir ku li Tirkiyê azadiya çapemeniyê van salên dawî pir bi paş ketiye û mijara nûçegihanên girtî ji hêla welatên YE'yê ve tê şopandin.