Li Girkê Legê û Tirbespiyê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin

Komîteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya meclisa navçeya Tirbespiyê û ya Girkê Legê pakêtên alîkariyê li malbatên hewcedar belav kirin, bi taybet malbatên ku ji ber biryara qedexeya derketina derve karê wan hatiye rawestandin.

Li Girkê Legê û Tirbespiyê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin
Li Girkê Legê û Tirbespiyê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin
Li Girkê Legê û Tirbespiyê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin
Li Girkê Legê û Tirbespiyê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin
28 nîsan, 2021   12:43
QAMIŞLO

Armanca komîteyê ku alîkariya malbatên hewcedar û karkerên ku karê wan ji ber biryara qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sekinandin, bikin.

Komîteya Kar û Barên civakî 600 pakêtên alîkariyê li navçeya Tirbespiyê û 500 pakêtên alîkariyê jî li navçeya Girkê Legê yên Qamişloyê, belav kirin.

Hevserokê meclisa Tirbespiyê Mihemed Hac Ferhan destnîşan kir ku pakêtên alîkariyê li malbatên ku ji ber biryara qedexeya derketinê karê wan hatiye sekinandin, hate belavkirin. Her wiha Hac Ferhan diyar kir ku rêbazê belavkirinê bi rêya 150 komînên li navçeyê hate kirin.

(dx)

ANHA