Eşîrên Dêrazorê: Em ê li hemberî çeteyan li kêleka Rêveberiya Xweser bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên Dêrazorê îro dauxyaniyek da û tê de fitneya ku hikumeta Şamê hewl dide li Bakur û Sûriyê bi giştî û Qamişloyê bi rêya çeteyan derxe, şermezar kirin.

Eşîrên Dêrazorê: Em ê li hemberî çeteyan li kêleka Rêveberiya Xweser bisekinin
28 nîsan, 2021   12:48
 DÊRAZOR

Daxuyanî ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê ve li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê, hate dayîn. Hejmareke şêx û rûspiyên eşîran beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Zeyîm El-Mehmûd daxuyanî xwend û teqez kir ku armancên hikumeta Şamê û hin welatên herêmî êdî eşkere bûne û haya gel ji wan hewldanan heye û got dê ew hewldan bê encam bimînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk mînaka herî berçav a yekitiya gelên herêmê û têkiliyên wan ên kûr e û wiha dewma kir: “Xwestin fitneyê derxin û îstiqrara li herêmê têk bibin, bi taybetî bi rêya hedefgirtina şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, wekî bûyerên li Dêrazorê qewimîne.

Îro, dijminên welat ji hundir û derve hewl didin fitneya tayîfî derxin û dixwazin valahiya ewlehiyê çêkin da ku xwe wekî misogerkerên ewlehiyê ji şêniyan re nîşan bidin. Ji ber wê yekê li bajarê Qamişloyê çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî bi kar anîn.

Em wek rûspiyên eşîran teqez dikin ku em girêdayî hevgirtina nîştimanî ya pêkhateyên herêmê ne. Em hemû hewldanên zirargihandina vê hevgirtinê çi ji aliyê hikumeta Şamê yan mîlîsên girêdayî wê ve, yan jî ji aliyê dewletên herêmî ve be, şermezar dikin. Em teqez dikin ku em li kêleka rêveberiya xwe û hêzên xwe yên leheng in heta ku em welatekî yekbûyî ji bo her kesî ava dikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aW4GOYk1jnU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>