Şêniyên kantona Qamişloyê bang li dewletên Ereban kir: Li hemberî planên Tirkiyê bisekinin

Li navçeyên Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran bang li welatên Ereban kir ku li hemberî kiryarên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ên li Sûriye û Iraqê bisekinin.

28 nîsan, 2021   12:25
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Til Hemîsê û Amûdê yên kantona Qamişloyê xwepêşandan li dar xistin. Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê û taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî ji raya giştî re parve kirin.

TIL HEMÊS

Xwepêşandana li navçeya Til Hemîsê ji pêşiya Navenda Trafîkê dest pê kir. Bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî xwepêşandê bûn û dirûşmên biratiya gelan û derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê û Iraqê berz kirin.

Xwepêşandêran pankertên “Dagirkeriya Tirk, dagirkeriya talankirin û diziyê ye”, “Bijî berxwedan”, “Na ji siyasetên dagirkeriya Tirk re”, “Em serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin” û wêneyên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star rakirin.

Xwepêşandan li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Kongreya Star Hele El-Xelef axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û berxwenda gerîla li hemberî dagirekran silav kir.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif jî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û got: “Divê îro em xwe ji hemû îhtimalan re amade bikin û em her tim ji bo parastina herêmên xwe amade bin.”

El-Nayif teqez kir ku ew xwe dispêrin hevgirtina hemû pêkhateyan û diyar kir ku ew li kêleka hêzên xwe ne. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû

AMÛDÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê jî bi xwepêşandanekê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad ve berdewam kir.

Li Qada Şehîd Cîhad, hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Amûdê Minewer Xalid êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişan û bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kir û got: “Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê îxaneta li gelê Kurd e.”

Minewer berxwendana lehengî ya gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Operasyona Bazên Zagrosê silav kir.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navşeya Girê Legê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Tacedîn Ferho ve li pêşiya navenda meclisê li bajarokê Rimêlanê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana gerîla waneyek ji wan re da ku zanibin ku bi hezeran lehengên ku xaka Kurdistanê diparêzin, hene.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û xaka Kurdistanê, bisekinînin.

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daxuyanî dan û ji aliyê hevseroka meclisê Roşîn Mûsa ve li pêşiya navendê meclisê hate xwendin.

Meclisê destnîşan kir ku êriş plankirî ye ku di salvegera komkujiya Ermenan de were kirin, ew jî peyamek e ku wek çawa komkujî li dijî Ermenan pêk anîn, dikarin li dijî wan jî pêk bînin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dest bi pêkanîna ajindeyan bi lihevkirina bi hikumeta Iraq û Sûriyê re li herêmên Şengal, Şehba, Til Rifet û hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û ev yek li beramberî çavên tevahî cîhan û rêxistinên ku banga mirovahî û mafên mirovan dikin, tê kirin.

 (cx-bx)

ANHA