Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê da
28 nîsan, 2021   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Mazlum Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” rêber Abdullah Ocalan di 23’yê îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê dabû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya lê heta niha bersiva parêzeran nehatiye dayîn.