Li gundewarên Hemayê 2 endamên “Feyleqa 5`an” hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ'ê êrişî gundewarên Hemayê kir, di encamê de 2 endamên “Feyleqa 5`an” ên ku Rûsya piştgiriya wan dike hatin kuştin û 3 endam din jî birîndar bûn.

Li gundewarên Hemayê 2 endamên “Feyleqa 5`an” hatin kuştin
24 nîsan, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî nîvê şevê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî gundewarên rojhilatê Hemayê yê çolistana Sûriyê kirin û endamên “Feyleqa 5`an ” ên ku Rûsya piştgiriya wan dike li herêma Ebû El-Elac a li bakurê rojhilatê El-Selemiyê, kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a (SOHR) diyar kir ku di navbera her du aliyan de şer rû daye û di encamê de 2 endamên “Feyleqa 5`an” hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

(dx)