Dewleta Tirk li gundewarên Idlibê nuqteyeke leşkerî ava kir

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Cisir El-Şixûr a rojavayê Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir.

Dewleta Tirk li gundewarên Idlibê nuqteyeke leşkerî ava kir
24 nîsan, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku hêzên dewleta Tirk li gundê El-Ziyadiyê ya herêma Cisir El-Şixûr a herêma rojavayê gundewarên Idlibê nuqteyeke leşkerî ava kir.

SOHR'ê di dawiya meha Çileya borî de destnîşan kiribû ku hêzên dewleta Tirk nuqteyeke leşkerî ya nû li bajarokê Qeston ê Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê ava kiriye.

Bi vê yekê hejmara nuqteyên dewleta Tirk a dagirker ên li “herêma bêçek" gihîşt 64’an.

(dx)