Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde dike

Hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê di demekê de ku çeteyên wê Dîfa El-Wetenî tevliheviyê li taxa Teyî ya bajarê Qamişlo dikin, zêde kir.

Hikumeta Şamê dorpêça li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde dike
24 nîsan, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku hêzên hikumeta Şamê anku Firqeya 4`an û Emîn El-Dewle ji duh ve dorpêça li ser şêniyên taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûd a bajarê Helebê piştî şerên dijwar ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfa El-Wetenî yên ser bi hikumeta Şamê ve, zêde kir.

Rêxistinê wiha got: “Piştî ku duh taxa Teyî bi temamî ji çeteyên Dîfa El-Wetenî hate paqijkirin, Firqeya 4`an benda Cizîrê li ber şêniyên Şêxmeqsûd girt û tenê benda El-Ewarid vekirî hişt. Di encama wê de ji ber tedbîrên lêkolînê û kontrolkirina nasnameyên kesên ku di bendê re derbas dibin, qelebalix li ser bendê çêbû."

Rêxistinê wiha domand: “Her wiha li ser bendên li ser rêya ber bi taxa Eşrefiyê ve tedbîrên zêde hate kirin. Firqeya 4`an ya girêdayî hikûmeta Şamê şêwazên fetisandinê li ser şêniyan bi kar anî, nexasim bendên derbasbûnê bi rêya lêkolîn, kontrolkirin û sekinandina sivîlan li ser bendan bi saetan.”

Çavkaniyên herêmî ragihand ku endamên ji şaxê Emîn El-Dewle ya Helebê li taxên Bistan Başa, Eşrefiyê, Mîdan, li ser rêya Kastîlo û li nêzî çerxerêya El-Cendûl çend caran girtin ser bi Kurdan ve û ew girtin, her wiha erebeyên wan sekinandin, kontrol kirin û sivîl girtin.

Hikumeta Şamê her tim taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê di dema ku çeteyên girêdayî wê tevliheviyê li Hesekê û Qamişlo derdixin, wek kaxeza zextê li ser Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

(bx)