Cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê mir

Pasdarên Îranê ragihand ku cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis ya Pasdaranê Îranê, bi krîza dil miriye.

Cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê mir
19 nîsan, 2021   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyek Pasdarên Îranê, duh cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê Mihemed Hisên Zade Hîcazî, bi krîza dil miriye.

Lê piştî daxuyaniyê, kurê yek ji fermandarên artêşa Îranê, Mihemed Hîmet peyamek balkêş belav kir.

Kurê fermandar di twîterek xwe de got: “Sedema mirina Hîcaza ne krîza dile.” Li gorî hinek çavkaniyan jî sedema mirina Hîcaz vîrûsa Koronayê ye.

Mihemed Hisên Hîcazî di 28’ê Çileya 2021’an de piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, weke cîgirê fermandarê Feyleq El-Qudis hatibû erkdarkirin.