Amerîka fişarê li Rûsyayê dike da ku Navalny serbest berde

Senatorê Komarparêz Jim Risch bang li Rûsyayê kir ku yekser çalakvanê rûsî yê muxalif Alexeî Navalny serbest berde û hişyarî da ku jiyana wî di xetereyê de ye.

Amerîka fişarê li Rûsyayê dike da ku Navalny serbest berde
19 nîsan, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Kongreya Amerîkayê senatorê Komarparêz Jim Risch li ser hesabê xwe yê twitterê wiha nivîsî: “Rewşa tenduristiya Alexeî Navanly xirab e. Dan û standinên pê re li ser jiyana wî gef in. Divê hikumeta Rûsyayê yekser wî serbest berde û eleqedariya guncaw jê re pêşkêş bikin.”

Li aliyekî din senatorê Demokrat Bernie Sanders jî got: “Navanly, li pêş çavê cîhanê bi destê Vladimîr Pûtîn tê kuştin, ji ber eşkerekirina gendeliya mezin a Pûtîn. Divê bihêlin ku bijîşk yekser wî bibînin.”

Li gel hişyariyên nebaşbûna rewşa tenduristiya Navalny, DYA û Ewropa zextên xwe yên ji bo serbestberdana Navanly li ser Rûsyayê didomînin.

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê hişyar ji encamên mirina Navanly di girtîgehê de da û di hevpeyvînekê li gel CNN’ê de got: “Ez agahiyê têkildarî cezayên ku dibe werin ferzkirin, eşkere nakim lê heke Navalny bimirie dê ceza hebin.”

(şx)