Fewzî Şengalî: Siyasetên Tirkiyê yên li dijî rêbertî bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên

Fewzî Şengalî got, desthilata Tirk di siyaseta xwe de şerê destkeftiyên ku rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine, dike.

Fewzî Şengalî: Siyasetên Tirkiyê yên li dijî rêbertî bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên
19 nîsan, 2021   06:50
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Îna derbasbûyî, balafireke bê mirov a dewleta Tirk gundê Elpelûrê yê dikeve rojavayê Kobanê bombebaran kir û mala ku rêber Abdullah Ocalan sala 1979'an lê dima, dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibû, kir armanc.

Bombebaranê hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rakir, nexasim gelê Kurd ku ev êriş wekî hedefgirtina vîna xwe bi nav kir.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev êriş wekî binpêkirina pîvanên navneteweyî bi nav kir û diyar kir ku ev ji hişmendiya şovînîst tê.

Têkildarî mijarê sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî ji ajansa me re axivî û îşaret bi siyaseta dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd kir.

Fewzî Şengalî got:"Mirov nikare doza rêber Abdullah Ocalan wekî dozeke demkî yan jî wekî dozeke qonaxî bi nav bike, ji ber ku li ser bingeha dozeke fikirî û felsefî ya jêneveger hatiye avakirin, her wiha xwedî projeyeke demokratîk e ku tevahiya erd û gel ên ji hemû etnîk û neteweyan digire nava xwe, ji vê zêdetir jî ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareseriyê bi xwe re tîne."

Şengalî diyar kir ku siyasetên  ku dewleta Tirk li hemberî rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, di çarçoveya şerê îdeolojîk ê demokratîk de pêk tê, ev îdeolojî li dewletên kapîtalîst ên xwedî projeyên keysbaziyê, bi rêgeza desthilata re nakok in.

Fewzî Şengalî destnîşan kir ku ev siyaset bi erêkirina hin dewletên navneteweyî yên ku destên wan di komploya1999`an de heye û heta roja îro berdewam dike, pêk hat  ji ber ku ditirsin bandorê li sîstema wan li ser bingeha bûrjûwazî û feodalîzmê hatiye avakirin bike.

ꞌPROJEYA DEMOKRATÎK BO SIYASETA TIRKIYÊ XETER Eꞌ

Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî ev xal bi rêz kirin: "Îdeolojî ji siyaseta ku îşaretê bi avakirina civakeke demokratîk a xwedî taybetmendiyeke azad û serbixwe be dike nayê qutkirin, her wiha ji doza Rojhilata Navîn bi giştî û ya gelê Kurd bi taybet ne qut e. Dewleta Tirk doza gelê Kurd wekî kaxezeke zextê bi kar tîne, da ku rêber Abdullah Ocalan tengav bike û projeya demokratîk a ku gelê herêmê ji bo wê tê dikoşe, têk bibe."

Fewzî Şengalî diyar kir ku projeya demokratîk ji bo siyaseta hundirîn a dewleta Tirk xetere ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çend raman û rêbaz ji bo bidawîkirina astengiyên siyasî û aborî yên li Tirkiyê, pêşkêş kirin û got dibe ku ev çareserî ne li gorî ajande û berjewendiyên dewleta Tirk û hin aliyên din be."

Şengalî da zanîn ku desthilata Tirk di siyaseta xwe de xwe dispêre mentiqê şerê li dijî hemû destkeftiyên ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gel û neteweya xwe bi dest xistine û got, ev yek jî di hedefgirtina sivîlan, wêrakirina şûnwaran û têkbirina nîşaneyên dîrokî de diyar dibe, Şengalî, êrişa li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan di 1979`an de li Kobanê lê dime mînake vê yekê nîşan da.

ꞌDEWLETA TIRK LI PÊŞIYA ÇAVÊN RÛS Û HIKUMETA ŞAMÊ BENDÊN  PEYMANÊ BIN PÊ DIKEꞌ

Der barê rola hikumeta Şamê ya parastina serdestiya xwe û rola garantorê rûsî ya li herêmê Fewzî Şengalî ev nirxandin kir:"Dewleta Tirk li pêşberî çavên Rûsya û hikumeta Şamê bendên peymanê bin pê dike, dijminê gelê Kurd pirr in û li ser qirkirina wan li hev  kirine."

Fewzî Şengalî da zanîn ku kesên ku ji ber şer azaran dikişînin, gel e û wiha pê de çû: "Lê hikumet û avakerên siyasetê sûdê ji veşartina nîvê lêçûna şeran digirin û ji firotina çekên xwe ji bo aliyên bi nakok re qezencan bi dest dixin. Vê yekê bi rêya derxistina fitneyan û rêvebirina aloziyan pêk tînin, hemû aliyan li hev kirine ku nehêlin ziran bighêjin sîstema wan a  desthilat."

Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî di dawiyê de bang li gel û civakên ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girtine kir ku banga azadî û pêkanîna edaletê ji bo rêber Abdullah Ocalan bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N7wts-d59jo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>