Hêzên hikumeta Şamê herêmên “Bê çek” careke din topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarên Laziqiye, Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê herêmên “Bê çek” careke din topbaran kirin
17 nîsan, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê piştî nîvê şeva duh û vê sibê eniyên Kibane yên Çiyayê El-Ekrad ê li gundewarê bakur ê Laziqiye, Bênîn, Filêfil, derdora Bare yê Çiyayê Zawiye yê li gundewarê başûrê Idlibê, eniyên şer li Sehil El-Xab ên li bakur rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

SOHR`ê ragihand ku ji ber hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê nuqteyeke leşkerî li derdora bajarê Darit Izê yê li gundewarê rojavayê Helebê, çeteyek hat kuştin.

Her wiha, hêzên hikumeta Şamê girên Kibane yên li Çiyayê El-Ekrad ê gundewarê bakurê Laziqiye, eniyên Çiyayên Zaweiye yên gundewarê Idlibê, eniyên şer li gundewarên rojavayê Helebê, topbaran kirin. Lê heta niha tu agahiyên der barê windahiyan nehatin bidestxistin.

(şx)