Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî çolistana Sûriyê zêde kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê ji saetên pêşîn ên vê sibehê ve êrişên xwe yên li dijî çolistana Sûriyê zêde kirin û şikeftên ku çeteyên DAIŞ`ê xwe tê de vedişêrin, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî çolistana Sûriyê zêde kirin
17 nîsan, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê herêmên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin; di nav de sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê û gelek şikeftên din. Li gorî agahiyan, kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ`ê hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê duh bi şev çolistana Sûriyê, bi taybet herêmên Çiyayê El-Beşrî li başûrê Reqayê û çolistana Hemayê, kiribûn hedef.

(şx)