Rûsya balyozê Ukranyayê li Saint Petersburg girt

Hêzên Ewlekariya Federal a Rûsyayê îro ragihand ku wê li gorî agahiyên veşartî yên welatiyekî rûsî balyozê ukraynî li Saint Petersburg girt.

Rûsya balyozê Ukranyayê li Saint Petersburg girt
17 nîsan, 2021   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Interfax ku agahiyên xwe dispêre Nivîsgeha Ewlekariyê ya Federal got Hêzên  Ewlekariyê ya Federal a Rûsyayê dîplomatê ukranî Oleksandr Susunyuk li Saint Petersburg, girtiye.

Nivîsgeha Ewlekariyê ya Federal got: " Susunyuk hewl da ku agahiyên veşartî yên têkildarî Rûsyayê di dest bixe."

Ajansa Ria Novosti ya rûsî got: "Dîplomatê Ukraniya Oleksandr Susunyuk li Saint Petersburgdi sûc de dema hewl da agahiyên veşartî yên têkildarî Rûsyayê ji welatiyekî rûsî bi dest bixe, ji ber vê yekê hate girtin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Olekandr gelek çalakiyên dûrî karê dîplomatîk li dijî Rûsyayê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Li gorî rêgezên qanûnên navneteweyî dê girtek li dijî dîplomatê biyanî werin werin girtin.”

(dx)