​​​​​​​Li Şêrawayê ji ber  mayîna dagirkeran du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li gundê Kluteyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber teqîna mayîna dagirkeran ji malbatekê du kes bi giranî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Şêrawayê ji ber  mayîna dagirkeran du kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
16 nîsan, 2021   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Kluteyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên çeteyan ji malbatekê du kes birîndar bûn.

Teqîn îro di destên nîvro de pêk hat. Di encamê de zarokê bi navê Remedan Cemîl Îlêwî (13) û apê wî Remedan Mihemed Îlêwî 30 salî , bi giranî birîndar bûn.

Her du birîndar ji bo nexweşxaneya Zehara ya Şehbayê hatin veguhstin.

ANHA

/kr/uploads/files/2021/04/16/162446_2.webp