NY`yê bi mijara agirbesta li Lîbyayê wê îro bicive

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara geşedanên siyasî yên li  Lîbyayê dê îro bicive. Li gorî çavkaniyan dê çavdêrên navneteweyî ji bo Lîbyayê werin şandin da ku çavêdriya agirbestê bikin

NY`yê bi mijara agirbesta li Lîbyayê wê îro bicive
16 nîsan, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku pêşnûmeya  yekemîn ku dê Konseya Ewlekariyê ya NY'yê bixe dengdanê,  şandina 60 çavdêrên navneteweyî li bo Lîbyayê ye da ku parastina agirbestê bike. Li gorî pêşnûmeyê şandina çavdêran dê li gorî qonaxa be.

Pêşnûme roja Pêncşemê ji aliyê Qiraltiya Yekbûyî ve ji bo dengdanê hatibû pêşkêşkirin, lê ji ber şertên tenduristiyê dê her 15 endamên konseyê di nava 24 saetan de bi awayekî nivîskî dengê xwe bidin wê.

Li gorî AFP'ê, di pêşnûmeyê de banga pêkanîna agirbesta ku 23`yê Cotmeha 2020`an hatiye îmzekirin, tê kirin. Her wiha banga avakirina hikumeta yekitiyê ya demkî dike ku di 24`ê Kanûnê de hilbijartinên neteweyî pêk bîne.

Her wiha li gorî pêşnûmeyê divê hikumet tedbîran pêk bîne da ku hilbijartinên serokatî û parlamantoyê bi awayakî azadî bi rêve biçin. Di pêşnûmeyê de banga pêkanîna agirbestê li hemû aliyên lîbyayî tê kirin. Di heman demê de bang li hemû dewletên endam tê kirin ku rêzê ji agirbestê re bikin û tevahî hêzên biyanî û çete tavilê ji Lîbyayê vekişin.

NY`yê di Kanûna derbasbûyî de hejmara hêzên biyanî û çeteyên li Lîbyayê diyar kiribû ku nêzî 20 hezaran e û diyar e ku hejmareke kêm e ji wan ji Lîbyayê derketine.

(eh)