Li Idlibê balafireke bêmirov wesayîteke çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir

Li gorî SOHR`ê balafireke bêmirov ku tê payîn a Koalîsyona Navneteweyî ye, wesayîteke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Idlibê, bombebaran kir.

Li Idlibê balafireke bêmirov wesayîteke çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir
15 nîsan, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji ber bombebaranê teqîneke mezin li herêmê rû da. Lê heta vê kêliyê tu agahî der barê windahiyên canî de nehatin bidestxisitn.

SOHR`ê di 25`ê Sibatê de ragihandibû ku teqînek li herêma Harim li ser sînorên bi Lîwa Skenderon re li bakur rojavayê Idlibê rû daye. Lê tu agahî der barê teqînê de nehatin bidestxistin ku hemwextî wê balafirên bêmirov ku tê payîn ên koalîsyonê ne, li asîmana herêmê digeriyan.

(şx)