`Ҫîҫek Kobanê parastina axa xwe dikir..darizandina wê derqanûnî ye`

Endamên Meclisa Jinan a Hecînê diyar kir ku dadgehkirina Ҫîҫek Kobanê ne qanûnî ye û xwedî li Çîçek Kobanê û tevahî jinan derkevin.

`Ҫîҫek Kobanê parastina axa xwe dikir..darizandina wê derqanûnî ye`
15 nîsan, 2021   09:19
DÊRAZOR

Ҫîҫek Kobanê di dema êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyê wê sala 2019,an yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de ji aliyê çeteyan ve dîl girtibûn. Dewleta Tirk a dagirker cezaya heta bi hetayê (muebedê) li Çîçek Kobanê birî.  

Endamên Meclisa Jinan a Dêrazorê sûcên dewleta Tirk û binpêkirinên qanûn û peymanên navneteweyî, şermezar kirin.

Mone El-Uweyd sûcên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û cezaya li dijî şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ҫîҫek Kobanê şermezar kir û bi derqanûnî bi nav kir û piştarast kir ku ew ê xwdî li wê û tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve.

Mone El-Uweyd eşkere kir ku rêxistinên navneteweyî û hiqûqî berpirsê tendursitya Çîçek Kobanê ne û bang li wan kir ku bi lez destwerdanê bikin da serbest were berdan û fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku sûcên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li dijî jinan, bi dawî bike.

‛ÇÎÇEK KOBANÊ PARASTINA MAFÊN JINAN Û XAKA WELAT DIKIR’

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Hecînê Fatme Salim cezayê muebedê a li dijî Çîçek Kobanê şermezar kir û wiha got: "Ev yek li dijî exlaqê mirovahiyê ye û en adil e."

Fatme Salim wiha domand: "Çîçek Kobanê parastina mafên xwe û mafên tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikir. Tu sûc nekirine, tenê parastina xa û welatê xwe ji çeteyan dikir."

Fatme Salim bang li rêxistin û dadgehên navneteweyî yên ku temsîla mirovahiyê dikin, kir ku erka xwe der barê Ҫîҫek Kobanê de bi cih bînin.

Fatme Salim di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku şervan û jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê hewl didin bi ser bikevin û azadiya xwe bi dest bixin.

(dm)

ANHA