ꞌMe ji bo çêkirina testên koronayê, li Dirbêsiyê navendek vekirꞌ

Hevseroka Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan, Ezîze Mihemed got wan navendeke taybet ji bo testa vîrusa koronayê vekiriye û bang li şêniyan kir ku biryarên qedexeya derketina derve û tedbîrên xweparastinê pêk bînin.

ꞌMe ji bo çêkirina testên koronayê, li Dirbêsiyê navendek vekirꞌ
15 nîsan, 2021   08:37
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja yekemîn a meha Remezanê de, qedexeya derketina derve ragihand û bang li welatiyan kir ku li gorî tedbîran tev bigerin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2016`an de li navçeya Dirbêsiyê Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan vekir. Li nexweşxaneyê şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê bê pere tên dermankirin û 24 ode lê hene, her wiha odeyek ji bo emeliyatan û odeyek jî ji bo beşa lezgîn hene.

Li pêşiya Nexweşxaneyê kilînîkek hatiye vekirin, da ku ji bo kesên ku gumanên nexweşiya korona li ser hebin, testan çêbike û li ser esasê wan testan wan veguhêze  nexweşxaneyên taybet ên pêketiyên vîrusa koronayê.

Hevseroka Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan a navçeya Dirbêsiyê Ezîze Mihemed axivî û got:"Me ji bo çêkirina testên pêketiyên vîrusa koronayê navendek vekiriye, piştî ku testên wan derdikevin ger ew kes bi korona ketibin ji bo nexweşxaneyên Qamişlo yan jî Hesekê yên taybet bi vîrusa Koronayê têne şandin."

Ezîze bang li welatiyên Dirbêsiyê kir ku li gorî biryarên qedexeya giştî tev bigerin, dûrî hev bikevin û xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin.

(eh)

ANHA