Li Misyafê 6 zarok birîndar bûn

Êvara sêşemê li gundê El-Hezane yê Misyafê ya rojavayê Hemayê, teqînek pêk hat. Di encamê de herî kêm 6 zarok birîndar bûn.

Li Misyafê 6 zarok birîndar bûn
14 nîsan, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê El-Hezane yê Misyafê teqînek pêk hat. Di encamê de herî kêm 6 zarok birîndar bûn.

SOHR'ê diyar kir ku ji sala 2019'an ve, hejmara kesên ku di encamê teqîn, teqîna mayinan an jî bermahiyên şer de li herêmên cuda yên Sûriyê hatine qetilkirin, gihaşt 507 kesan, ji wan 77 jin in û 157 zarok in.

(dx)