`Me ji bo Koronayê tu piştgiriyeke navneteweyî wernegirtiye`

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê paşguhkirina rêxistinên mirovî li hember koçberên Efrînê rexne kir û da zanîn ku koçberên Efrînê tu piştgirî ji aliyê rêxistinan ve li hember vîrusa Koronayê wernegirtiye û bang girtina tedbîrên xweparastinê kir.

`Me ji bo Koronayê tu piştgiriyeke navneteweyî wernegirtiye`
14 nîsan, 2021   08:03
ŞEHBA

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Dr.Mihemed Nûr paşguhkirina rêxistinan ji şêniyên Efrînê re bi taybet digel berbelavbûna vîrusa Koronayê, rexe kir.

Dr.Mihemed Nûr wiha got: "Ji dema şêniyên Efrînê bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûne ve tu rêxistinên mirovî alîkarî pêşkêş nekirine. Tevî ku derfetên rêxistinan hene, lê tu alîkariyê pêşkêşî şêniyên Efrînê nakin, bi taybet digel berbelavbûna vîrusa Koronayê."

Têkildarî hişyarkirina şêniyan a xweparastina ji vîrusa Koronayê Dr.Mihemed Nûr wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê hemleyên perwerde û zanakirinê zêde bikin, belavokên li ser parastin û xweparastina ji vîrusa Koronayê belav bikin û bi erebeyan li nava gundan bigerin û li ser parastin û xweparastna ji vîrusa Koronayê de hişyar bikin, bi taybet kesên temenmezin ên ku nexweşî pê re hene; zext, şekir, nexweşiya gurçikan û qelewbûnê, ji ber yekser bandorê li van nexweşiyan dike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/akK0gg-A1hQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>