Pêrêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bikaribin bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serlêdana serdozgeriyê kirin.

Pêrêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14 nîsan, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya"nexşeya rê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.

Tevî ku hevdîtina qedexeyê 23'ê Adarê qediya ye, lê hîna jî bersiv ji serlêdana parêzeran re nayê dayîn.