Wê berxwedana malbata Şenyaşar meha Remezanê jî bidome

Malbata Şenyaşar a li ber avahiya Edliyeya Rihayê wê di meha Remezanê de jî berxewdana xwe bidomîne. Malbat wê fitara xwe di nobeta berxwedanê de vekin.

Wê berxwedana malbata Şenyaşar meha Remezanê jî bidome
13 nîsan, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nobeta malbata Şenyaşar a li ber avahiya Edliyaya Rihayê di roja 36'an de didome.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurê wê ji hêla AKP'yiyan ve hatibûne qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît ev 36 sal in ji bo ku wekîlê AKP'yê yê kujer Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî werin darizandin ev 36 roj in çalakiya nobetê digirin.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hate ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kir û ragihand ku rojiyê jî ew ê li ber xwe bidin.

Ferît Şenyaşar got, ''Heke darizandinek adil bibûya wê birayê min ê girtî bihata berdan. Malbata min tertûbela bûye. Cezayekî giran dane birayê min û wî li odeyeke yek kesî dihêlin. Em nikarin biçin malê. Em ê rojiya xwe li vir bibihurînin. Em ê fitara xwe li vir vekin. Heta 23 kesên ku dozger gotî neyên girtin em ê ji vir neçin.''

Şenyaşar got xizmên Yildiz ê AKP'yî ku li nexweşxanê êrîş birin ser wan li Şaredariya Pirsûsê û saziyên fermî kirine kar û got, ''Kesê ku behsa wan dikim niha di saziyên dewletê de dixebitin. Birayê min kesek nekuştiye. Raporên kesên zane jî vê diçespînin.''

Malbatê bang kir ku her kes piştevaniya wan bike.

(cx)