Operasyona QSD`ê ya gendeliyê: Şebekeya 10 kesî hat girtin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî gendeliyê berdewam dike. 10 kesên ku di saziyên cuda yên girêdayî QSD`ê de dixebitîn li ser sûcên sextekariya belgeyan û diziyê hatin girtin.

Operasyona QSD`ê ya gendeliyê: Şebekeya 10 kesî hat girtin
13 nîsan, 2021   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên QSD`ê operasyona ku di saziyên xwe de li dijî bertîl, sextekariya belgeyan, gendeliyê û hwd.. li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dabû destpêkirin, didomîne.

Di çarçoveya operasyonê de beriya niha li bajarên cuda di operasyonên ku hatin kirin de 10 kesên heman şebekeyê hatibûn destgîrkirin. Ev kes piştî lêpirsînê hatibûn dadgehkirin û hatin girtin.

Di nav saziyên QSD`ê de kesên beşên cuda de kar dikirin ên bi navê; A.Y.E, M.N.D, M.E, H.Y.O, S.F.T, F.M.Î, M.X.A, H.O.A, K.S.S û Î.M.H. bi sûcên gendelî, bertîl û derxistina belgeyên sexte hatibûn dadgehkirin û cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Di dadgehkirinê de kesên ku sûcên wan hatiye tesbîtkirin û cezayê ku li wan hatiye birîn wiha ye: A.Y.E (10 sal), M.N.D. (2 sal), M.E. (7 sal), H.Y.O. (10 sal), S.F.T (10 sal), F.M.Î (5 sal) M.X.A (3 sal), H.O.A (salek), K.S.S (6 sal) û Î.M.H. (salek).

Di dadgehkirinê de biryar hate girtin ku endamên şebekeyê pereyên ku dizîne vegerînin.

Operasyonên li dijî gendeliyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

ANHA