Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê gihaşt Lubnanê

Wekîlê Wezareta Derve ya Amerîkayê David Hill sêyemîn berpirsê payebilind a wezaretê gihaşt Lubnanê, da ku metirsiyên rêveberiya Amerîkayê yên ji ber alozbûna rewşa li Lubnanê ji rêveberên Lubnanê re ragihîne.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê gihaşt Lubnanê
13 nîsan, 2021   09:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, Wezareta Derve ya Amerîkayê duşemê daxuyaniyek dabû û tê de ragihandibû ku dê rayedarekî payebilind bişîne Lubnanê, da ku metirsiya rêveberiya Amerîkayê li hemberî paşdeçûna rewşên siyasî û civakî yên Lubnanê ji berpirsên Lubnanê ragihîne.

Her wiha wezaretê got wekîlê wê yê karûbarên siyasî David Hill ku sêyemîn rayedarê payebilind ê wezaretê ye, dê ji 13`ê-heta 15`ê Nîsanê serdana Beyrûtê bike.

Wezareta karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku Hill dê zextê li rayedarên Lubnanê û serokên partiyan bike, da ku hevkar bin û hikumetekê ava bikin ku dikare guhertinên aborî û rêveberî pêk bîne.

(şx)