Lixwemikurhatinên berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê

DAIŞ`iyê bi navê Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) ku berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê ye, duşema borî hat girtin. Her wiha navbeynkarê di navbera şaneyên hundir û berpirsê şaneyên derve yê bi navê El-Cerah e. Ebû Xalid di derbarê sûcên ku li nava kampê pêk anîne ji ANHA`yê re axivî.

Lixwemikurhatinên berpirsê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê
8 nîsan, 2021   06:57
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Li ser bingeha lixwemikurhatinên serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê Qusey Mihemed (Ebû Gerar), Yekîneyên Antî Teror (YAT) duşema borî serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê û berpirsê şaneyên DAIŞ`ê li Kampa Holê Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) girt.

Ajansa me hevpeyvînek bi serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê û berpirsê şaneyên di nava kampê de Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) re çêkir. Serçete Ebû Xalid li ser jiyana xwe, çawa bû serçeteyê yekemîn û erkên xwe yên di nava kampê de ji ajansa me re axivî.

DAIŞ’yê bI navê Ehmed Xaşi (Ebû Xalid) kî ye?

DAIŞ`iyê bi navê Ehmed Xaşi ku bi navê Ebû Xalid tê naskirin di 1992`an de ji dayîk bûye, ji parêzgeha Enbar a Iraqê ye. Bi derbasbûna DAIŞ`ê ji parêzgeha Enbarê re, DAIŞ`ê nas dike. bi ragihandina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê li Iraqê sala 2014`an tevî nava wan dibe.

Çawa gihaşt Kampa Holê?

Sala 2016`an bi pêşdeçûna hêzên Iraqê ber bi parêzgeha Enbar ve Ebû Xalid El-Iraqî tevî serçeteyên din û malbatên wan ber bi bajarê Qaim ê nêzî sînorên Iraq-Sûriyê ve direve.

Piştre Sibata 2018`an piştî ku DAIŞ`ê gelek herêmên di bin serweriya xwe de ji dest dide û dûvre hêzên Iraqê û Heşid El-Şebî nêzî Qaim dibin derbasî Sûriyê dibe û li bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi cih dibe.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê li Hecîn û Baxozê di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de têk dibin, Ebû Xalid El-Iraqî tevî malbata xwe, dê, bav û xwişkên xwe di 28`ê Sibata 2019`an de wek penaberên iraqî derbasî Kampa Holê dibin.

Li Kampê çi kar kir?

Ebû Xalid El-Iraqî di Kampê de wek berpirsê belavkirina alîkariyan û zekata li ser malbatên DAIŞ`ê kar dikir. Ev pere bi rêya nivîsgehên pereyan ji aliyê berpirsê malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên herêma rojhilat El-Cerah dihatin kampê.

Çawa bû serçeteyê yekemîn ê şaneyên DAIŞ`ê li Holê?

Li gorî îfadeya Ebû Xalid di Tebaxa 2019`an de piştî ku DAIŞ`ê mîr û zilamê xwe yê yekemîn ê kampê Ebû Gerar El-Iraqî ji kar dûr xist,  ji ber ku pereyên malbatên DAIŞ`ê yên kampê dizîbûn, Ebû Xalid bû serçeteyê yekemîn ê DAIŞ`ê li kampê.

Ji wê dîrokê ve Ebû Xalid li şûna El-Gerar avakirina şaneyên ewlehî, leşkerî û şopandinê dimeşîne, pêdiviyên malbatên DAIŞ`ê yên di nava kampê de bi cih tîne. Paşê piştî ku têkilî bi El-Cerah re datîne, li rex Ebû Zeyneb û Ebû Hemze kar dike.

Armancên xwebirêxistinkirina li Kampa Holê çi ne?

Têkildarî armanca DAIŞ`ê ji erkdarkirina wî re Ebû Xalid wiha got: "Armanca sereke ew e ku fikirê rêxistinê tune nebe. Malbatên DAIŞ`ê werin parastin û zarokên xwe li ser vî fikirî mezin bikin."

Ebû Xalid wiha domand: "Ji lew re du kom hatin avakirin, a yekê pereyan belav dike, pêdiviyên malbatên DAIŞ`ê peyda dike û wan komî ser hev bike ku dev ji rêxistinê ber nedin. Koma din jî ewlehî bû. Kesên bi hêzên ewlekariyê re didin û distînin bê agahiya DAIŞ`ê, ceza dike. Her wiha pirsgirêkên malbatên DAIŞ`ê çareser dike."

Li Kampa Holê ku zêdetirî 60 hezar kes tê de hene di nav de sûrî, iraqî û biyanî, di salên borî de û çend mehên destpêkê yên Îsal, tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bû, da ku ji nû ve DAIŞ’ê bi rêxistin bike û niştecihên kampê dev ji fikireya xwe bernedin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sê mehên destpêkê yên îsal de, 47 bûyerên kuştin li dijî koçberên sûrî û penaberên iraqî pêk hatin.

Sedemên pêkanîna bûyerên kuştinê çi ne?

Têkildarî sedemên pêkanîna bûyerên kuştinê, Ebû Xalid got: “Kesên ku bi hêzên elwehiyê û rêveberiyê yên kampê re didin û distînin, ên ku dev ji fikirê dewletê ber didin û li dû wê naçe tên hedefgirtin.”

Rêbazên bûyerên kuştinê ku di nava kampê de pêk dihatin, cuda bûn, lê di vê dawiyê de êdî çek dihatin bikaranîn.

Der barê rêbazên muhesebekirina kesên li dijî fikirê DAIŞ`ê derdikevin, Ebû Xalid got: “Destpêkê me bi amûrên tûj, kêr û çekucê bi kar dianîn, lê piştre me dabenceya bêdeng bi kar anîn. Ew bi rêya sahrîcên avê derbasî kampê dibûn.”

Li gorî Ebû Xalid, DAIŞ`ê xilaskerê tekane yê Sunnê ye û ev yek destnîşan kir: “DAIŞ`ê li ku derê be em pê re ne.”

Di 23`yê Adara 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ij hêla QSD`ê ve hatin tunekirin. Di pêngavên QSD`ê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, zêdetirî 45 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî, sûrî û iraqî di nava Kampa Holê de li rojhilatê Sûriyê dimînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ORkwMveacZA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>