Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê yên li nêzî Şamê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê derdora Şamê bombebaran kirin û sîstema parastina asîmanî ya Sûriyê bersiva êrişan da.

Îsraîlê nuqteyên hikumeta Şamê yên li nêzî Şamê bombebaran kirin
8 nîsan, 2021   08:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku sîstema parastina asîmanî ya artêşê berisva êrişa şeva din a Îsraîlê ya li dijî hin nuqteyên li derdorê Şamê da û piraniya moşekan xistin xwarê.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansê re diyar kir ku vê berbangê saet di 02:56`an de artêşa Îsraîlê bi moşekan ji aliyê xaka Lubnanê ve, li dijî hin nuqteyên li derdorê bajarê Şamê êriş pêk anîn û got sîstema wan a parastina asîmanî bersiva êrişê da û piraniya moşekan xistin xwarê.

Çavkanî destnîşan kir ku di êrişê de 4 leşker birîndar bûne û hin zirarên madî çêbûne.

Kanala El-Menar a Lubnanê jî bi bîr xist ku sîstema parastina asîmanî ya Sûriyê balafireke şer a Îsraîlê li asîmanê herêma sînor şopandiye.

Li gorî SOHR`ê, Îsraîlê gelek nuqteyên nêzî Şamê hedef girtine û depoyeke çekan ê girêdayî hêzên Îranê rûxandiye.

(cx)