Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê şer gur dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê Rûsya yê li Sûriyê, şerê di navbera Îsraîl û Îranê de li deryayê û aloziya bendava Nehdayê kirin.

Rojnameyên erebî: Rûsya li Sûriyê şer gur dike
8 nîsan, 2021   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘RÛSYA LI HERÊMÊN BAŞÛRÊ IDLIBÊ ŞER GUR DIKE

Rojnameya El-Beyan behsa gurbûna şer ji aliyê Rûsya li herêma "Bê çek" kir û got: “Duh piştî hefteyekê ji rawestandina êrişên asîmanî yên li dijî komên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, balafirên şer ên Rûsyayê carek din nuqteyên komên çekdar ên opozîsyonê yên li bakur rojavayê Sûriyê bombebaran kirin.

Wekî şerekî nû yê dualî, balafirên şer ên Rûsya û rejîma Sûriyê careke din derdorê gundê Besiqol, derdorê bajarokê Mihembel ên başûrê Idlibê êriş pêk anîn û hin navendên komên çekdar hatin rûxandin.

Tevî peymana Moskovê jî, balafirên şer ên Rûsyayê duh li heman herêmê 4 êrişên asîman pêk anîn. Hêzên rejîmê jî gundewarê başûrê Idlibê û desşta El-Xab, her wiha derdorê dergeha Bab El-Hewa ya bakurê Idlibê, sûkên petrolê li herêmên Terhîn û dergeha El-Hemran ên bakurê Helebê, topbaran kirin.”

ŞERÊ ÎSRAÎL-ÎRANÊ LI DERYAYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî li ser şerê Îran-Îsraîlê wiha nivîsî: “Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ji şerekî şermok veguherî şerekî vekirî. Hin rapor behsa wê yekê dikin ku Washingtonê têkildarî hedefgirtina keştiyeke Îranê li deryaya Sor roja sêşemê, agahî ji Til Evîvê wergirtine.

 ‘The New York Times’ li gorî rayedarekî Amerîkayê wiha got: “Îsraîliyan ragihand ku êriş wekî bersiva êrişên berê yên Îranê li dijî keştiyên Îsraîlê, pêk hatiye.”

 MISIR Û SÛDAN JI BO ETYOPYAYÊ: HEMÛ BIJARK VEKIRÎ NE

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya bendava Nehdayê kir û wiha nivîsî: “Axaftina ‘hemû bijark vekirî ne’ ya rayedarên Misir û Sûdanê, wekî gefeke siyasî û xwesteka bikaranîna hêza leşkerî hate hesibandin.

Serokê misirî Ebdulfetah Sîsî di axaftineke xwe de wiha got: “Hevkarî û li hevkir in ji hemû bijarkên din başir e. Di aloziya bendava Nehdayê de hemû bijark vekirî ne.

Di heman rojê de, Wezîrê Avdanê yê Sûdanê Yasir Ebas jî di civîneke çapemeniyê de got: “Hemû bijarkên Sûdanê vekirî ne û di nav de vegera li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî.”

(cx)