Bi zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusê re, bangên girtina tedîbêrên xweparastinê

Bijîşkê beşê nexweşiyên sîngê Dr. Seed Hiso bana girtina tedîbêrên xweparastina ji vîrusa koronayê kir ku di dema dawî de hejmara pêketiyên wê zêde bûn. Şêniyan jî diyar kirin ku nepêkanîna tedbîrên xweparastinê sedema sereke ya zêdebûna hejmara pêketiyan e.

Bi zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusê re, bangên girtina tedîbêrên xweparastinê
31 adar, 2021   08:10
QAMIŞLO- YARA MIHEMED

Di hefteya dawî de li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane derdora 101 nexweşên vîrusa koronayê (Covid-19) têne tombarkirin. Di demên dawî de hejmara pêketiyan daketibû 3 pêketiyan. Ev dide diyarkirin ku xeteriyeke mezin heye.

PÊKETIYÊN DESTPÊKÊ Û TEDBÎRÊN PÊWÎST

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketiyê destpêkê yê vîrusa koronayê di Nîsana 2020'î de ya mêrekî 50 salî hate tombarkirin.

Beriya ragihandina derketina vîrusê, Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê di 14'ê Adara 2020'î de şaneya aloziyê li herêmên Bakurû Rojhilatê Sûriyê ava kir.

Di vê çarçoveyê de, Şaneya Aloziyê gelek biryar girtin, ya herî girîng, ragihandina rewşa awarte li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku vîrus neghêje herêmê. Her wiha pêngavên paqijkirin û dezenfektekirin li cihên giştî û saziyên sivîl pêk anîn û hemleyên hişyarkirinê û navendên testê zêde kirin, li aliyekî din jî dewama li dibistan û zanîngehan  rawestand.

Desteya Tenduristiyê nuqteyên tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî dergehên  bi herêmên rêveberiyê ve ava kirin û piştî derketina vîrusa koronayê li Başûrê Kurdistanê deriyê Sêmalkayê girt û li tevahî herêmên rêveberiyê navendên karantînayê vekirin.

QEDEXEYA DERKETINÊ

19'ê Adara 2020'î, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tedbîrên rêgirtina li ber vîrusa koronayê ku li ser cîhanê xetere, giştînameyek derxist, giştîname ji gelek biryaran pêk dihat, di nav de ferzkirina qedexekirina derketinê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23'yê Adarê ve. Biryara qedexeya derketinê, biryara qedexeya derketin nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û yên taybet, rêxistinên navneteweyî, Hevya Sor a Kurd, dermanxane, komîteyên dezenfeketekirin, karkerên paqijiyê, firne, dikanên madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê û tankerên sotmeniyê di nav xwe de negirt.

Li aliyekî din Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevgera xwe li ketin û derketina bajaran zêde kir û bang li welatiyan kir ku li gorî biryarên hatine girtin tev bigerin. Her wiha Desteya Tenduristiyê ji bo rewşên awarte hejmarên telefonan diyar kirin.

Girêdayê mijarê şêniyê bi navê Abdullah Kenan ê ji Qamişloyê got, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî derfetên kêm dikarî heta astekê vîrus were kontrolkirin û wiha domand: "Divê em parastina xwe bikin çi li mal be an li kar be û paqijiya kesayetî pêk bînin, lepikan li xwe bidin, gelek caran destan bişon, av, sabon û madeyên dezenfektekirinê bi kar bînin. Divê her kes li gorî biryarên ku Desteya Tenduristiyê derxistine tev bigerin."

PIŞTÎ SALEKÊ

Rexmî tevahî tedbîrên xweparastinê û piştî derbasbûna salekê li ser belavbûna vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê vîrus dikarî hemû tedîbaran derbas bike. Li gorî Desteya Tenduristiyê heta roja duşemê 101 kes bi vîrusê ketin.

Bi ragihandina pêketiyên nû re, hejmara pêketiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 9 hezar û 766, hejmara miriyan 372 û hejmara kesên ku rewşa wan baş bûne, derket hezar û 300'î.

PÊLA SÊYEMÎN

Li gorî daneyan, bi pêla sêyemîn a koroneyê re hejmara pêketeyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Şêniyê bi navê Semîr Ebdulkerîm ê ji Qamişloyê destnîşan kir ku piraniya welatiyan rêbazên xweparastinê ji vîrusa koronayê bi cih nayîn. Her wiha got, rewşa aborî ya xirab, bê çareya welatiyan a hilgirtina barê qedexeyê sedema nepêkanîna rêbazên xweparastinê ye. Ebdulkerîm got, yê herî ziyan ji ber koronayê bandor dibe, kerkerên ku debara xwe ji karê xwe yê rojane peyda dikin e.

Bijîşkê beşê nexweşên sîngê Dr. Seed Hiso diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî kêmbûna ber bi çav a hejmara pêkateyan ji ber qedexeyê, ji derdora mehekê ve hejmara pêkateyan dîsa bilind bû.

Dr. Seed Hiso got: "Di dermankirina min  ji nexweşan re, min dît ku bandora vîrusê vê carê ji berê cûda ye, di pêla duyemîn de vîrus bandor li ser pergala hilandin û nefesê dike, piraniya nexweşan ji ber çikandina nefesa wan zehmetî dikişandin."

BANDORÊN DÎTIR

Dr. Seed Hiso bal kişand ser bandorên din ên vîrusa koronayê û wiha pê de çû: "Bandorên ku di demên dawî de li ser nexweşiyan diyar bûn, bandorê raste rast li pergala nefesê dike, dibe ku sedem guhertina hewa be û nepêkanîna rêgeza dûrketina ji hev be.

Kesên ji 20 heta 40 salî zêdetir bi vîrusê bandor dibe. Berê vîrus li gorî sîstemekê dimeşiya, bi wateyek din, vîrus di destpêkê de di 3 merheleyan derbas dibe, ya yekemîn merheleya vîrusê, ya duyemîn aryenî ye û merheleya dawî tofana Saito Kenya ye."

Hiso diyar kir ku vîrusa vê dawiyê ji roja yekemîn a pêketinê bandorê li pergala nefesê dike û bi awayekî mezin bandore li pişikan  dike û wiha pê de çû: "Vîrusa koronayê bi pêla xwe ya sêyemîn ne wekî heman hêza berê ye ku ne hevdugirtî bû anku du an sê kes pê diketin, lê ya niha xeteriya wê kêmtir e û tevahî ferdên malbatê pê dikevin.

Têkildarî xweparastina ji vîruê, Dr. Seed Hiso diyar kir ku şîretên cîhanê esas e, lixwekirina maskên tenduristiyê û pêkanîna paqiya kesayetê û rêgeza ji hevdû dûrketin pêwîst e.

Dr. Seed Hiso di dawiyê de bang li şêniyan ku ku vîrusê hêsan nebînin û rêgezên xweparastinê pêk bînin ku rêbaza herî guncaw e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kfgBNVlf0-c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>