Rojnameyên erebî: Kongreya Brukselê teqeziyê bi çareseriya siyasî ya li Sûriyê dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa Kongreya Brukselê ya dewletên alîkar ji bo Sûriyê, hişyariyên Ewropayê ji siyasetmedarên Lubnanê re û şerê hundirîn ê hêzên Îranê û vegera li peyama nukleerî kir.

Rojnameyên erebî: Kongreya Brukselê teqeziyê bi çareseriya siyasî ya li Sûriyê dike
31 adar, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KONGREYA BRUKSELÊ ‘SÎWANEKE DIRAVÎ Û SIYASÎ’ YA WELATÊN SÛRIYÊ YE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro behsa piştgiriya welatên Ewropayê ji çareseriya siyasî ya li Sûriyê re kir û got: “Beşdarên Kongreya Brukselê ya welatên alîkar duh teqez kirin ku ew piştgiriyê didin çareseriya siyasî û pêkanîna biryara navneteweyî (2254). Her wiha li gel bangawaaziyên navneteweyî yên peydakirina 10 milyar dolar, îşaret bi girîngiya alîkarîdayîna welatiyên Sûriyê yên li Sûriyê û welatên cîran kirin.” Ji lew re tê payîn ku nîvê miqdarê pereyan ê hatî diyarkirin di kongreyê de bê peydakirin, ku Almanya welatê herî zêde bû ku alîkarî bi qasî 1.9 milyar dolar ji bo îsal daye.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi rêya dîmen wiha axivî: “Ez bang li we dikim ku hûn pêdiviyên me peyda bikin û berpirsiyarên xwe yên diravî û mirovî zêde bikin. Aboriya Sûriyê hatiy hilweşandin û niha jî bandorên covid-19 rewş xirabtir kiriye. Nêzî nîvê malbata çavkaniyê dabara jiyana xwe ji dest dan, ji her 10 welatiyên Sûriyê 9 kes xizan in.”

NY roja sêşemê bang li welatên alîkar kir ku hewl bidin heta 10 milyar dolaran alîkariyan bidin, da ku piştgiriyê bidin welatiyên Sûriyê yên ji şerê navxweyî revîne û got piştigriya mirovî niha ji her demê zêdetir pêwîste.

Komîseriya Ewropayê ji aliyê xwe ve diyar kir ku dê bi 7.7 milyar dolar alîkariyan bide ji wan ji sedî 30 wê ji bo sala 2021`an be. Yekîtiya Ewropayê (YE) û 27 welatên endamên wê teqez dikin ku ew biqasî sê ribê miqdara giştî alîkar bûne.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê jî got: “DYA dê alîkariyên nû yên mirovî biqasî zêdetirî 596 milyon dolar bide. Armanca me piştgiriya welatiyên li hundirê Sûriyê ye ku hejmara wan nêzî 13.4 milyon kes e, her wiha alîkarîdayîna 5.6 milyon penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê, Lubnan, Urdun, Iraq û Misirê ye.”

‘LUBNAN… GELO LI PIŞT HIŞYARIYA DAWÎN A EWROPAYÊ ÇI HEYE?’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî aloziya Lubnanê wiha got: “Piştî şêwirên nêzî hefteyekê bi hempîşeyên xwe yên Ewropayê re û bi beşdariya Washingtonê, wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bi navê hemû ewropiyan aixvî û astengkirina sîstematîk a avakirina hikumeta nû û însiyatîfa Fransayê, red kir. Parîs li hemberî astengkirina sîstematîk a ji aliyê hêzên siyasî yên Lubnanê bi hêrs bû û hewl dide welêt ji aloziyê rizgar bike. Wezîrê Fransî dibêje niha dema hatiye ku zextên navneteweyî li ser aliyên ku avakirina hikumeta nû (ya rizgariyê) asteng dikin, bên zêdekirin.”

‘ŞERÊ HUNDIRÎN Ê HÊZÊN ÎRANÊ ÇARENÛSA PEYMANA NUKLEERÎ TALOQ DIKE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî şerê hundirîn ê hêzên Îranê wiha nivîsî: “Roja sêşemê, Îranê pêşniyara Amerîkayê ya ne fermî ji bo temamkirina dan û standinên peymana nukleerî, red kir. Çavdêran ew gava Îranê bi rageşiya taktîkî bi nav kir ku parçeykî wê girêdayî hesabên hilbijartinê yên hundirîn e. Çavdêr teqez dikin ku dê Tehran di dawiyê de şertên Amerîkayê yên vejandina peyamanê qebûl bike.”

(cx)