​​​​​​​Li Kampa Holê pergaleke teqemeniya mayînan hate desteserkirin

Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de ku di roja 4’emîn de dewam dike hin alavên leşkerî hatin dîtin.

​​​​​​​Li Kampa Holê pergaleke teqemeniya mayînan hate desteserkirin
31 adar, 2021   07:20
HESEKÊ

Operasyona li Kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin de pergaleke teqemeniya mayînan, cilên leşkerî û hin alavên din ên leşkerî hatin dîtin û hatin desteserkirin.

Di operayona ku ev 4 roj in berdewam dike de heya niha alavên cuda yên leşkerî hatibûn desteserkirin û bêhtirê 70 çeteyên DAÎŞ hatine girtin. Îro jî di nava kampê de hin alavên mîna pergala teqemeniya mayînan, cil û berg û çenteyên leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin.

ANHA